• Wednesday, 11 February 2026
logo

Rêjeya geştyarên cejna Remezanê li herêma Kurdistanê; 316 hezar kes

Gulan Media August 14, 2013 Nûçe
Rêjeya geştyarên cejna Remezanê li herêma Kurdistanê; 316 hezar kes
Peyvdarê desteya giştîya geştevanîya herêma Kurdistanê ragihand, ku li gor amarên ber destê wan, hejmara geştyaran û weberhênana di kerta geştevanîyê de cejn bi cejn û sal bi sal berev zêdebûnê ve ye. Nadir Rostî ragihand, ku di cejna Remezanê de bi giştî 316 hezar geştyar serdana Kurdistanê kirine.

Peyvdarê desteya giştîya geştevanîya herêma Kurdistanê Nadri Rostî di bêjedanekê de ragihand, ku di cejna Remezanê ya îsal de hejmara geştyarên ku serdana herêma Kurdistanê kirine, bi giştî 316 hezar kes bûye ku %21 zêdetir ji hejmara geştyarên heman maweya cejna Remezanê ya sala pare ku di sala 2012 de 261 hezar geştyar serdana herêma Kurdistanê kiribûn.

Li gor gotina Nadir Rostî, piranîya geştyaran ji naverast û başûrê Iraqê ve hatine û piştre li welatên hevsê û yan jî bi rêya firokexaneyan hatine. Li gor gotina Rostî rêjeya hatina geştyarên bîyanî %25 zêde bûye û hejmara geştyarên Iraqî jî %11 zêdetir bûye.

Nadir Rostî tekez jî kir, ku herêma Kurdistanê ji alîyê kerta geştevanîyê ve berev pêş diçe. Peyvdarê desteya giştîya geştevanîya herêma Kurdistanê herwiha ragihand, ku amar û hejmar ji pîwanên rêkxistina cîhanîya geştevnîyê ya ser bi Neteweyên Yekgirtî ve ne ku salane belav dike û li gor wan hilsengandinê bo welatên geştyarîyê dike û rêzbendîyê bo welatan dike.
Top