• Wednesday, 11 February 2026
logo

Li Tikrîtê Berpirsekî mezin yê Elqaîdeyê hate binçav kirin

Gulan Media August 13, 2013 Nûçe
Li Tikrîtê Berpirsekî mezin yê Elqaîdeyê hate binçav kirin
Çavkaniyek ji hêzên polîs yên li Tikrîtê ragehand ku, îro hêzên ewlekarî yên li vê bajarê operasiyonek li dijî Elqaîde lidar xistine û karîne di encama vê operasiyona han de Berpirsekî mezin yê vê tevgera han binçav bikin.

Çavkaniya han eşkere kiriye ku, ev operasiyon piştî wergirtina zaniyariyên girîng li ser hebûna ev Berpirsê han li deverê de hatiye lidarxistin.

Hêjayê gotinêye ku, di rojên derbasbûyî de Elqaîde hijmareke gelek zêde teqînên mezin li Îraqê de pêk aniye û di encama wan teqînan de hijmareke zêde welatî bûne qurbanî.
Top