Cefer Emînkî: Bo xelkê Rojawa PDK amadeye hevkariya PYDê bike
Emînkî eşkere kiriye ku, niha li Rojawayê Kurdistanê de mesele meseleya man û nemana Gelê Kurde lewre em weke partiya demokrata Kurdistanê bo parastina gelê xwe li Rojawayê Kurdistanê de amadene her cure hevkariyek pêşkêş bikin û bi PYDê re jî bo parastin û hevkarî kirina xelê Rojawayê Kurdistanê bikevin nava hemahengiyan.
Emînkî di beşeke din ya axaftinên xwe de ev yek eşkere kiriye ku, ew weke partiya demokrata Kurdistanê bi ti awayî komkujiyên dijî gelê Kurd li Rojawayê Kurdistanê de qebûl nakin.
Waranpress.com
