Cendekê Helbestvanê Kurdistanî Şêrko Bêkes li parka Azadî hate veşartin
Duh termê helbestvanê navdarê Kurd Şêrko Bêkes bi rêya firokeyê ji Swêdê ve gihîjte Hewlêrê û bi amadebûna nûnerên serokê herêma Kurdistanê û serokê komara Iraqê û hejmarek berpirsên hikûmî û hizbî, di merasimeke hêja de li firokexaneya navdewletîya Hewlêrê pêşwazî li termê helbestvanê Kurdistanî Şêrko Bêkes hate kirin û tacên gul li ser tabûta wî hatin danîn.
