• Wednesday, 11 February 2026
logo

Komîteya amadekar dest bi nirxandina daxwaza Serok Barzanî kir

Gulan Media August 13, 2013 Nûçe
Komîteya amadekar dest bi nirxandina daxwaza Serok Barzanî kir
Di çarçoweya civînên komîteya amadekar ya kongreya netewî de, îro her yek ji komisyonên pinsîbên hevbeş, civaka azad, çandî û rewşenbîrî û huner û ragehandin bi awayekî cuda civiyan.

Di civînên îroyê de her yek ji wan komisyonan dest bi nirxandina çawetiya kar kirina xwe û amadekariyên xwe kirin.

Piştî bi dawî hatina wan civînan jî komîteya amdekar ya kongreyê bi armanca giftûgo kirin li ser daxwaza Serokê Kurdistanê li dor damezrandin û şandina komîteyeke taybetî bo Rojawayê Kurdistanê de civiya.

Di civîna han de komîte dest bi nîqaşkirin li ser daxwaza han kir û biryare di civîna îroyê de komîteyeke taybetî were damezrandin.
Top