Li Efrîn û Tirbespî 39 çekdarên El Nesra hatin kuştin
Di daxuyaniya fermandariya Giştî ya YPG'ê de ev tişt hatin gotin; "Me bi boneya cejna Remezanê agirbesta yekalî îlan kiribû, lê komên çekdaryên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam/Cebhet El-Nesra êrîşên xwe yên li ser heremên Kurdan zêde kirine.
Van koman bi armanca ku heremê dagîr bikin li Efrînê eniyeke şer vekirin, di encamê de duh li herêma Kelha Seman`ê û gundê Basûfan`ê piştî ku komên çekdar sê caran êrîş kirin û şerên dijwar rû dan di encama şer û pevçûnan de 27 endamên komên çekdar hatin kuştin û vekîşiyan.
Grûpên çekdar li herêma Tirbespiyê jî êrîşî gundê Çêlekê kirine û bi berxwena YPG rast hatine. Li vir şerên dijwar rû dan, di encamê de 12 endamên komên çekdar hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn , her weha 2 şervanên YPG'ê jiyana xwe ji dest dane.
Di dawiyan Daxuyaniya fermandariya YPG'ê de hate gotin; "Em wek YPGê em ê girêdayî Şehîdan bin û em ê li dijî êrîşan gel û herêmê xwe biparêzin."
Xendan
