Li Qamişlo seferberî: 462 kes tevlî YPG bûn
Li gorî nûçeyeke ajansa ANHA`yê, piştî êrîşên dewleta Îslamî ya Êraq û Bîlad El-Şam û Cebhet El-Nusra ên ser bi rêxistina Qaîdê li dijî Rojavayê Kurdistanê destpê kirin, ji aliyê Înîsiyatîfa Gel a Rojavayê Kurdistanê û YPG’ê ve banga seferberiyê hate îlankirin.
Her weha piştî banga seferberiyê rojane ciwan û endamên saziyên civakî kom bi kom tevlî YPG û YPJ’ê bûn.Li ser banga seferberiyê di nava du hefteyan de li bajarê Qamişlo ciwanên bajêr û ji saziyên civakî 462 kes tevlî nava refên YPG’ê û YPJ’ê bûn.
Ji kesên ku tevlî bûn gelek ji wan jin in, 462 kesan piştî perwedeya leşkerî qedandinli qadên cur bi cur hatin erkdarkirin.
ANHA
