• Wednesday, 11 February 2026
logo

Li Tirbesipiyê û Girkêlegê şer berdewame

Gulan Media August 11, 2013 Nûçe
Li Tirbesipiyê û Girkêlegê şer berdewame
Duh 10/8/2013`an danê êvarê li navçeya Tirbesipiyê û Girkêlegê di navbera YPG û komên Dewleta Îslamî ya Êraq û Şam /Cebhet Nusre de şer derket û hejmarek endamên wan grupan hatin kuştin û şervanekî YPG jiya ji dest da.

Li gor nûçeyeke ajansa Hawarnewsê li navçeya Tirbesipiyê şevê din komek ser bi Cebhet Nusre êrişî gundê Cilkî a 24 km başûrê Tirbesipiyê kirin û di encamê de şer derket û hejmarek endamên wan koman hatin kuştin û paşva vekişiyan û şervanekî YPG jî jiyana xwe ji dest da. Her weha ew şer 3 demjimêran dom kir.

Li navçeya Girkêlegê jî li nêzî gundê Yusifiyê ku 17 km li başûrê Girkêlegê ye şer di navbera komên Dewlet Êraq û Şam a ser bi Qaîdê derket.

Her weha li nêzîkî gundê Girhok a dikeve başûrê bajaroka Çilaxa şer derket. Her şevê din li nêzîkî benda Tahon ya li ser riya Diwelî li nêzîkî gundê Til Elo Şemmerê qewimî.
Top