Serok Barzanî: Hikûmeta Kurdistanê bi tevahiya hêza xwe parastina Kurdên Rojawayê dike
Ev tekesta nameya Serok Barzaniye;
Bo komîteya amadekar ya kongreya netewiya Kurd
Silavekî gerim
Ev çend roje ku, hinek ji mîdya û kanalên curbicur yên ragehandinê hijmarek nûçe belva kirine ku, qaşo terorîstên ser bi Elqaîde û dewleta îslamiya Îraqê li Rojawayê Kurdistanê de fermanek li dijî Kurd e ragehandine û dest bi kuştin û ser jê kirina jin û zarokên Kurd û welatiyên medenî li Rojawayê Kurdistanê de kirine.
Bo eşkere kirin û derxistina rastiya wan kiryaran daxwaz ji we dikim daku, komîteyeke taybetî were damezrandin û bi armanca lêkolîn kirin li ser wan nûçe û zaniyariyan serdana Rojawayê Kurdistanê bike, eger rast be terorîst êrîşa Kurdan bikin û serê zarok û jinên Kurd jê bikin vê demê hikûmeta Kurdistanê amadeye bi tevahiya hêza xwe ve parastina gelê Kurd li Rojawayê Kurdistanê de bike.
Serokê Kurdistanê
Mesûd Barzanî
