Li Tirkiyê di cejnê de 42 kes mirin û 273 kes birîndar bûn
Li gor çapemeniya Tirkiyê, li tevayî Tirkiyê di rojên cejnê de di encama qezayên trafîkê de 41 kes mirine û 273 kes jî birîndar bûne.
Di roja yekemîn a cejnê de, 9 kes mirin û 94 kes birîndar bûn. Di roja duyemîn a cejnê de 17 kes mirin û 93 kes birîndar bûn û di roja dawiyê de jî 16 kes mirin û 86 kes birîndar bûne.
Rudaw
