Cefer Emînkî gotinên Hevserokê KCKÊ Cemîl Bayik red kir
Emînkî eşkere kiriye ku, ev tohmetên ku, ji aliyê birêz Cemîl Bayik ve li dijî partiya me hatine belavkirin dûrin ji rastî û ti bingeh û esaseke wan tuneye û bi ti awayî xizmeta bizav û doza Kurd li Rojawayê Kurdistanê de nakin.
Dibûya Cemîl Bayik di şûna tohmetên bi vê rengî de hewl dabaya daku, di navbera part û aliyên siyasî yên Kurdî ên li Rojawayê Kurdistanê de yekdengî û yekrêzî çê kiriba.
Cefer Emînkî ev yek jî eşkere kiriye ku, di demek da ku, Cemîl Bayik tohmetên bi vê rengî dixe ser PDKê, PDK û Serokatiya PDKê bi her awayî hewl dane hevkariya Kurdên Rojawayê bikin û yekîtiya navbera wan bihêz bike.
