Parlementoya Kurdistanê Êrîşên li ser Rojawayê Kurdistanê şermezar kir
Serokatiya parlementoya Kurdistanê di daxuyaniya han de eşkere kiriye ku, kiriyarên grûp û taqim û tîmên çeteyên tundrew ên îslamî ti peywendiyeke wan bi ti yasa û zagoneke îslamî û asmanî re tuneye û li dijî mirovatî ne lewre em weke parlementoya Kurdistanê hevdem ligel mehkûm kirina wan êrîşên han, daxwaz ji tevahiya part û aliyên curbicur yên Kurdî ên li Rojawayê Kurdistanê de dikin ku, yekîtiya navbera xwe bihêztir bikin û bi yekîtî û yekrêziya xwe hewl bo parastina welatiyên Kurd û deverên Kurdî bidin.
