Rêjîma Sûrî Efrînê topbaran dike
Berdevkê çapemeniya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Rêdûr Xelîl ji ajansa ANHA’yê re ragihandiye ku, hêzên Rêjîma Sûriyê ji balfirgeha Minix û herêmên Nubil û Zehra gundê Qîvarê, Ihrizê û Keferşîlê topbaran dike. Xelîl da zanîn topbaran ji duh êvarê de destpê kiriye û hîn didome.
Xelîl bal kişand ku êrîşên rêjîma Baas di dema ku çekdarên El-Nuser êrîşî Rojavayê Kurdistanê dikin de pêk hatine û ev yek jî piştgiriya rejîmê ya ji bo komên Dewleta Îsalmî ya Êraq û Şamê/Cebhet El-Nusera nîşan dide.
ANHA
