• Wednesday, 11 February 2026
logo

Kurdistan sêyemîn welatê dewlemendê petrolê ye

Gulan Media August 6, 2013 Nûçe
Kurdistan sêyemîn welatê dewlemendê petrolê ye
Başûrê Kurdistanê ji ber rezerveyên petrolê roj bi roj bêtir bala welatên cihanê dikişîne ser xwe. Ev yek di warê têkiliyên siyasî û aborî de hem bandorê li welatên li herêmê dike û hem jî welatên sereke yên cihanê. Li gor daneyên cuda, eger rezervên petrola her welatekî bi ser hejmara niştecihên wî welatî de werin parvekirin, herêma Başûrê Kurdistanê di warê çavkaniyên rezerveyên petrolê de li seranserê cihanê di rêze sêyemîn de ye. Herwiha di warê gaza xwezayî de jî Kurdistan di nava hemû welatên cihanê de di rêza pêncemîn de tê.


Rezervên petrolê yên cîhanê


Li gor daneyên sala 2011ê, ji petrola ku li seranserî cihanê tê deranîn ji sedî 48ê wê li Rojhilata Navîn e. Herwiha di nava hemû welatan de Venezuela di warê rezervên petrolê de serkêşiyê dike. Erebistana Siûdî, Kanada, Îran, Iraq û Kuwêt bi rêzê wê dişopînin.


Ji hêla din ve li gor daneyeke ajansa Bloombergê, li Başûrê Kurdistanê rezervên petrolê 45 milyar warîl in. Herwiha tê plankirin ku di sala 2015ê de rojane 1 milyon warîl û di sala 2019ê de jî rojane 2 milyon warîl li Başûrê Kurdistanê bên deranîn.


Kurdistan bêyî Kerkûk çaremîn e

Dema rezerveyên petrolê li gor hejmara şêniyên dewletan were hesabkirin, herêma Başûrê Kurdistanê dikeve rêzên pêş yên welatên cihanê. Li Kuwêtê serê kesî 40 hezar warîl dikevin. Bi 14 hezar warîl DYA duyemîn e û bi 11 hezar warîl Venezuela sêyemîn e. Herêma Başûrê Kurdistanê bi 9 hezar warîl li pêşiya Erebistana Siûdî di rêza çaremîn de ye.

Di nava vî hesabî de rezervên li bajar û derdora Kerkûkê nîne, ji ber ew herêm di fermiyetê de hêj ne ser bi Herêma Kurdistanê ne. Eger rezervên petrola li Kerkûkê li Herêma Kurdistanê were zêdekirin, Kurdistan dikeve pêşiya Venezuelayê jî.


Rezervên gaza xwezayî


Li gor nûçeyeke enerjienstitusu.com ya 26.01.2011ê, li Başûrê Kurdistanê li herêma Mîran 6.8 trilyon m3 gaza xwezayî hatiye dîtin. Tê texmînkirin ku li wir temamiya gazê zêdetirî 9.1 trîlyon m3 be. Di vê çarçoveyê de eger ev hejmar bi serê xwe jî wekî bingeh were wergirtin, Başûrê Kurdistanê, beyî Kerkûkê, li gor hejmara niştecihan, piştî Qetar û Tirkmenistanê, dikeve rêza pêncemîn ya cihanê.

Rudaw
Top