Serok wezîrê Kurdistanê dawî bi serdana xwe ya bo Îranê anî
Nêçîrvan Barzanî li gel şandeke pile bilinda herêma Kurdistanê bo beşdarîkirin di merasima donxwarina Hesen Rohanî serok koamrê nû yê Îranê û li ser vexwandina fermîya evî welatî, serdana Îranê kiribû.
Piştî ku duh serok wezîrê Kurdistanê beşdarî di merasimê de kir û duh şev jî di xwaneke fermî ya serok koamrê nû yê Îranê de amade bû, duh demjimêr 3:00 piştî nîvro dawî bi serdana xwe anî û bi merasimeke taybetî li firokexaneya Mêhr Abad a Tehranê vegerîya Kurdistanê.
