Mesrûr Barzanî peyamek pêşkêşî Kesûkarên Felekedîn Kakeyî kir
Mixabên duhê nûçeya wefat kirina pêşmerge û rewşenbîrê xebatkar û têkoşer Mamoste Felekedîn Kakeyî gehêşte me, lewre bi vê minasebeta han perser û serxweşiya xwe pêşkêşî xwe û malbeta vî ya birêz, dost, heval û tevahiya gelê Kurd dikim.
Wefat kirina bêwext ya Mamoste Felekedîn ji dil min xemgîn kir û bû sedema xemgînbûna herkesî jiber ji dest dana xebatkarekî bi ezmûn. Mamoste Felekedîn kesayetiyeke Kurdistanî bû, bi pênûsekî nîştimanperwerane bo serxistina xebata gelê Kurd heta deqeya dawî ya jiyana xwe ranewestiya, mamoste bi hest û hizrên xwe yên mirovdostane hertim hewl bo bihêz kirina rihê bihevre jiyana netewî û olî ya pêkhateyên curbicur yên Kurdistanê û deverê jî dida.
Felekedîn Kakeyî xebatkar û siyasetmedarekî bi ezmûn, mirovdost, rewşenbîr û nivîskarê bêhempa piştî wefata bêwext ya xwe jî paşxanekî mezin ya çendî ji me û nibşên paşerojê bicêh hêla û di nava cîhana rewşenbîriya Kurdî de navê Felekedîn Kakeyî weke navêkî pirşêngdar dimîne.
Daxwaz ji xwedê mezin dikim ku, rehmetî bi ceneta xwe şa bike û sebir û aramî jî bide her kesekî.
Mesrûr Barzanî
