Serok Barzanî: Kakeyî di dirustkirina biryara siyasiya Kurdistanê de rolke giring hebû
Wî kesatiyê navdarê gelê me, bi dirêjahiya jiyê xwe ji bona neteweya xwe di nav xebat û tekoşînê de bû, roleke wî ya mezin di şoreşa mezina Îlonê de, weke pêşmerge, siyasetmedar, rewşenbîr û medyakar di rûpelên zêrîn yê dîroka gelê me de bê tomar kirin.
Dê demekê de ku, bi agir û hêsin hewila bêdengkirina kurdan dihat kirin, şûntilyên Felekedîn Kakeyî di rojnameya Alteaxî û Xebat de, ji bona gehandina peyama kurd, gelek diyar û ber bi çavan in.
Kak Felekedîn wek kesekî naskiriyê kakeyîyan, di şoreşa Gulanê jî de beşdariyeke çalak û karîger hebû.
Piştî serhildana mezina gelê me jî, kak Felekedîn wek endamê yekem parlamentoya Kurdistanê û paşî jî wek wezîrê rewşenbîrî û wek siyasetmedar û rewşenbîrekî mezin xizmeta doza rewaya gelê xwe kir.
Di dirêjiya salên borî de, ew şîretmendekî bawerpêkiriyê me bû di dirustkirina biryara siyasiya Kurdistanê de rolke giring hebû.
Jidestdana wî rewşnbîr û teroşerê navdarê gelê me, xesareteke mezin e. Bi vê minasibeta xemgîn, sersaxiyê li xwe, li malbata xwedîjêrazî û tev hevalên wî rewşebîr û têkoşerê mezinê gelê me dikim û ji Xwedayê mezin dixwaz im ku, sebir û tehemulê bi me hemûyan bide û canê xwedêjêrazî jî bi behşta berîn şad bike
Mesûd Brazanî
Serokê herêma Kudistanê
31.07.2013
