Partiyên li Silêmaniyê ji bo pêşîgirtina ciwanên Başûr bo çûna Sûriyê civiyan
Endamê komîteya navendî ya Partiya Zehmetkêşanî Kurdistan û endamê amadekar ê civînê Asos Elî Ehmed ji Rûdawê re got: “Em pêşniyar dikin ku mamostayên olî bi rêya mînberên xwe ciwanan hişyar bikin û pêşî li vê diyardeyê bigrin. Di heman demê de jî em hikûmet û dezgehên ewlekariyê berpirs dibînin; ji ber ku heta niha nekarîne sedema vê yekê bibînin. Grûb û aliyên ku ciwanan ji bo wê armancê pal didin, bibînin.”
Biryare îro daxuyaniyekî hevbeş a her 16 aliyên siyasî yên Kurdistanê bê belavkirin.
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di demên borî de li rojavayê Kurdistanê 3 ciwanên ji bajarê Silêmaniyê ku ji bo îslamiyên radîkal şer dikirin, girtibûn. Li gor gotina wan ciwanan, nedizanîn wê biçin Sûriyê û li dijî kurdan şer bikin. Ji ber vê yekê dibêjin, lewra em zû poşman bûn. Hersê ciwanên Silêmaniyê yên hatine girtin balê dikişînin ser wê yekê ku li mizgeftekî Silêmaniyê ya bi navê ‘Nur’ hatine şandin.
Berî demekê rêveberê ragihandinê yê wezareta ewqaf ê hikûmeta Herêma Kurdistanê Merîwan Neqşebendî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re red kir ku tevgerên rêxistina cîhadî di nava mizgeftên Kurdistanê de hebin. Neqşebendî sedemê çûna wan ciwanan xist stûyê opozisyon-deshilatê û wiha got: “Di encama milmilaniya siyasî ya navbera wan de, valehiyekî ewlekariyê dirûst bû. Dibe ku grûbên radîkal vê wekî firsendekê ji bo xwe veguhêzin.”
Rudaw
