Muhemed Emîn Pêncwînî: Mafê Barzanî ye ku serokatîya kongreya neteweyîya Kurd bike
Muhemed Pêncwînî derbareya kongreya neteweyîya Kurd de ku biryar wiha ye ku bi çavdêrîya serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bihê sazkirin û hevdem derbareya rolê Turkiyeyê di evê navberê de, ji rojnameya ŞerqulEwset re ragihandiye, ku mikurbûn û pêdagirîya serkirdayetîya siyasîya Kurdistanê bo sazkirina kongreya neteweyîya Kurd, hewlên ji bo têkdan û nehêlana sazkirina kongreyeke wisa tûşî şikestê kir ku armanca helwsêt û gotara Kurdî yek bixe.
Muhemed Emîn Pêncwînî daye xuyakirin, ku Turkiye hewleke zêde da ku kongreya neteweîya Kurd nehê sazkirin, lê di encam de pêdagirîya serkirdayetîya siyasîya Kurd, hewlên wê tûşî şikestê kir. Hevdem ew hevsengî û giranîya ku herêma Kurdistanê li ser asta herêmî û navdewletî heye ku Barzanî birêve dibe, herwiha hebûna dehan konsûlxane li herêmê û peywendîyên pêşkevtîyên siaysî û aborî li gel dehan welat di cîhanê de û di nava wan de welatên mezin ku cîhanê birêve dibin, serxistina sazkirina kongreya neteweyîya Kurdî misoger kir.
Roja yekşembîyê jî cîgirê serokwezîrê Turkiyeyê Bulent Arinç ragiahnd, ku ew rêgirî ji sazkirina kongreya neteweyîya Kurd nakin, lê dixwazin ku kongre peyama aştîyê pê re be û piştîvanîya ewan pêngavan bike ku li Turkiyeyê û di pênaw aştîyê de hatine havêjtin û niha jî berdewamin.
