Kurdistana Sor dixwaze tevlê kongreya neteweyîya Kurd li Hewlêrê bibe
Li bajêrê Yêrîvan a paytexta Ermenistanê Kurdên Kurdistana sor li komeleya keliturê kurdî kombûnek li ser destpêkirina karên hevpişk yê kongireya Neteweya Kurd sazkirin û Amedê Cimo Mamostayê zankoyê di kombûnê da ragehand ku sazkirina kombûna yekê ya bo kongireya Neteweya Kurd li herêma Kurdistanê karekî gelek pîroze û got: " We baweriya temam bi yekgirtina gelê kurd heye û bi destpêşxeriya serok Barzanî û hevkariya Ocelan û Mam Celal dê gelê kurd li her çiwar parçeyên Kurdistanê bigehîne azadyê û doza kurdî dê gelek mezin bibe û karîgeriya xwe li kurdên Kurdistana sor jî bike."
Eyşo Xidir jina kurd ku bi karê perwerde kirina zaroyan mijul dibe jî di kombûnê da axivî û diyar kir ku ew kombûna 39 partên siyasî ji her çiwar parçeyên Kurdistanê li dor yek mêzî bi yekemîn serkevtin bo qonaxa azadyê bi nav dikin û got: " Demê me serok Barzanî, endama serokatiya parta karikerên Kurdistanê, nûnerê yekîtî û partî li rex hevdu da dît ji çavên me ronidik hatine xwar, ji ber ku eve bi dehan sal in em li çaverê mizgîniya yekgirtinê ne, lê min hem rexneyek û hem jî daxwaziyek ji komîteya amadekar ya kongireya Neteweya Kurd heye ku nûnerên Kurdistana sor jî bo sazkirina kongirê netewî daxwaz bikin û me ji bîr nekin, ji ber em jî pişkekîn ji gelê kurd û Kurdistanê."
Di kombûna Yêrîvanê da behsê Kurdistana sor jî taybet hate kirin û pişkdarbûyan diyar kirin heke pirsa kurd li Turkiya û Sûriyê û Êranê jî çare bibe dê kurdên resen yên Kurdistana sor jî mifayê ji wê yekê bibînin û wê demê emê wek netewa kurd zêdetir daxwaza mafên xwe li Ermenistanê bikeyin û dê vegera bo Kurdistana sor zêdetir bibe.
Herwesa serokê komeleya kurd di dûmahiya kombûnê da diyar kir ku ew dê di demekê nêzîk da wek şandekê bilinda kurdên Kurdistana sor seredana herêma Kurdistanê û Qendîlê bikin û li gel serok Barzanî û serkirdeyên partên kurdan û komîteya amadekar ya kongirê netewî jî kom bibin.
Rojnama Evro
