• Wednesday, 11 February 2026
logo

Li Xormatuyê 11 polîsên Kurd bûne qurbaniya teqînekî

Li Xormatuyê 11 polîsên Kurd bûne qurbaniya teqînekî
Çavkaniyek ji hêzên ewlekarî yên li bajarê Xormatuyê ragehand ku, îro danê sibê di saet 5ê sibê de terorîstekî xwekuj li berdem xaleke kontrol kirinê ya polîsên Kurd de xwe teqandiye û di encama teqîna han de 8 polîs canê xwe ji dest dane û 3 polîsên din jî birîndar bûne.

Çavkaniya han eşkere kir ku, tevahiya şehîd û birîndarên vê bûyera han Kurdin.
Top