Salih Muslim: Tirkiye wê di her alî de alîkariyê bide gelê me
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim, ku roja 25ê Tîrmehê li ser vexwendina Wezîrê Derve yê Tirkiyê Ahmet Davûtoglû hat Tirkiyê, der heqê hevdîtinên xwe yên bi rayedarên dewleta Tirkiyê re ji Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) re axivî. Muslim ragihand ku serdana wî li ser vexwendina Davûtoglû pêk hatiye û hevdîtinên wan ên bi mijarên ewlekariya sînor û pêşketinên li Rojavayê Kurdistanê bi giştî erênî derbas bûne û di dema pêş de jî wê hevdîtinên wan bi rayedarên dewletê re çê bibe.
Muslim wiha got: "Hûn jî dizanin Tirkiye bi Sûriyê re xwedî sînorekî zêdeyî 900 kîlometre dirêj e. Li herdu aliyên vî sînorî Kurd hene. Ji ber vê yekê, bûyerên li ser sînor rû didin, yekser bandorê li Tirkiyê dike. Divê teqez diyalogek hebe."
Hevdîtina yekemîn a rû bi rû
Salih Muslim ragihand ku wan beriya niha bi rayedarên dewletê re ne yekser be jî hin hevdîtin kirine û diyar kir ku bi vê serdanê re cara yekemîn wan bi awayekî rû bi rû bi rayedarên dewleta Tirk re hevdîtin kiriye. Muslim diyar kir ku wî bi rayedarên payebilind ên Wezareta Derve re hevdîtin kiriye, bi Davûtoglû re hevdîtin nekiriye û got: "Hevdîtinên me baş û erênî bûn. Hûn jî dizanin Tirkiye bi Sûriyê re xwedî sînorekî zêdeyî 900 kîlometre dirêj e. Li herdu aliyên vî sînorî Kurd hene. Ji ber vê yekê, bûyerên li ser sînor rû didin, yekser bandorê li Tirkiyê dike. Divê teqez diyalogek hebe. Ji bo şaş neyên fêmkirin, hevdîtin bên kirin."
Me nêrînên xwe yên li ser avakirina rêveberiya demkî pêşkêş kirin
Hevserokê PYDê di berdewama axaftinên xwe de ragihand ku yek ji pêşketinên girîng di rojên dawî de li Rojava derket holê, mijara rêveberiyên herêmî yên sivîl ên demkî ye û anî ziman ku di hevdîtina bi rayedarên dewletê re ev mijar hatine rojevê û got: "Di dema dawî de, hûn jî dizanin du mijar gelekî girîng bûn. Ya yekemîn; li Rojava mijara rêveberiyên demkî ya rêveberên herêmî yên sivîl hebû. Ji bo me gelekî girîng bû. Me dîtin ku hin derdor vê mijarê gelekî dinepixînin. Di rastiyê de ne weha ye. Yanî, hinek dibêjin, "Parçe dikin, rêveberiya xweser îlan dikin. Rewşeke weha nîne. Di ser serdestiya gel a li herêmên xwe re salek derbas bû. Me ji vê ezmûnê fêm kirin ku êdî pêwistî bi rêveberiyekê heye. Demkî be jî, divê rêveberiyek bê avakirin. Divê ev sîstem hebe, hem ji bo xwarin, vexwarin û hem jî ji bo hemû pêdiviyên civakê, pergaleke bi vî rengî hewceye. Bi vê armancê me nêrîna xwe anîn ziman. Heta ku çareseriyeke siyasî ya bi Kurd, Tirkmen û Ereban re were dîtin, me xwest rêveberiyeke demkî bê avakirin. Me di hevdîtinên xwe de behsa van kirin."
Ewlekariya sînorê me ewlekariya sînorê Tirkiyê ye
Muslim diyar kir ku di hevdîtinan de wan hevdu fêm kirine û got: "Rayedarên Tirk gotin 'ev mafê we ye'. Hûn jî dizanin, ji ber şerê li ser sînor gelê me di rewşeke perîşan de ye. Niha soz jî hat dayîn. Tirkiye wê di her alî de alîkariyê bide gelê me. Yanî wê alîkariya însanî bide gelê me. Ev jî baş bû. Ji xwe ewlekariya sînorê me, ewlekariya sînorê Tirkiyê ye."
Muslim ragihand ku di hevdîtinan de mijara Desteya Bilind a Kurd jî hatiye rojevê û wiha pêdeçû: "Di hevdîtinan de mijarên din jî hebûn bêguman. Mijara koalîsyonê hebû. Kurdan di dema borî de di hin cihan de cih negirtibûn. Weke Desteya Bilind a Kurd qebûl nekiribûn ku cih bigirin. Rêveberiya nû hat. Hilbijartinên nû hatin kirin. Yanî di nava koalîsyonê de pêkhatiyeke nû heye. Di vê mijarê de jî danûstandinên me wê dewam bikin. Eger di vê mijarê de em karibin tiştekî bikin, wê baş be. Dibe ku rewşeke koordînasyonî yan jî beşdarî çê bibe. Me li ser van hemûyan nîqaş kirin û bi rastî gelekî baş bû. Me soz jî da, carna hevdîtinên me yên bi vî rengî wê çê bibin. Ev destpêkek bû, lê wê nebe ya dawî. Dibe ku çûyîn û hatina me li Enqere û Stenbolê çê bibe."
Salih Muslim diyar kir ku wan di dema hevdîtinê de bihîstine ku topeke çeteyên El Nûsra li Serêkaniya Serxetê ketiye û got, "Top sînor derbas dikin û dikevin vî alî. Topên El Nûsra ye. Topên li gel tê reşandin, li vî aliyê sînor jî dikevin. Divê çareseriyek ji vê re bê dîtin. Dema em di civînê de bûn, me bihîstin ku topek li Serêkaniya Serxetê ketiye. Divê êdî herdu alî ji bo ewlekariya sînor ya ji dest tê bikin."
Hebûna min a li Tirkiyê guherîna herî mezin e
Muslim da xuyakirin ku di helwesta Tirkiyê ya li dijî PYD'ê de guhertin xuya kiriye û got: "Hebûna min a li vir, guherîna herî mezin e. Çima em li hev rûnenên û neaxivin? Bêyî navbeynkaran em dikarin li hev rûnin û derdên xwe ji hev re bêjin. Bi hevdîtina rû bi rû re, em dikarin her tiştî nîqaş bikin. Fikar û gumana perçebûnê hebû. Lê rewşeke weha nîne, bawerim hinekan nepixandî ne. Heta ku çareseriyeke mayînde pêk were, em dixwazin xwe li Rojava bi rêve bibin. Organîzeyek hewce ye. Ya em dikin jî ev e. Me ev yek ji rayedaran re jî ragihandin. Derket holê ku ji herdu aliyan ve kar hene ku divê em bikin. Mijara vekirina sînoran û alîkarî hat rojevê."
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim wiha dawî li axaftinên xwe anî: "Tirkiye ji hebûna Kurdan ne aciz e. Em silavên xwe li gelê xwe dikin. Bila li pêş binêrin, rojên xweş li pêş in. Hêvîdarim wê ev hevdîtin jî ji bo gelê me baş bin."
Rudaw
