Dergehê sînor ê Serêkaniyê hê di destê Kurdan de ye
Çapemeniya Tirkiyê ragihand ku Artêşa Azad a Sûriyê û Cebhet el-Nusra kontrola bajarokê Serêkaniyê ji destê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) derxistine û dergehê sînor xistine di bin kontrola xwe de.
Konseya Şoreşa Giştî ya Sûriyê ragihand ku Artêşa Azad û Cebhet el-Nusra di şerê li bajarokê Serêkaniyê de, dergehê sînor ji bin kontrola kurdan derxistine.
Parêzer û çalakvanê kurd ê li Serêkaniyê Hesen Biro li ser nûçeya ku dergehê sînor ketiye destê Cebhet el-Nusra ji Rûdawê re ragihand: “Nûçeya ku dergehê sînor ketiye destê Cebhet el-Nusra ne raste, bajar bi temamî û di nav de jî dergehê sînor di destê hêzên kurdî de ye.”
Hesen Biro ragihand ku şeva din bajar hatiye bombebarankirin û wiha got: “Di bombebarana şeva din a Cebhet el-Nusra de keçikek 19 salî û zarokekî 12 salî birîndar bûne.”
Li aliyê din jî topa hewanê ya ji aliyê Sûriyê hatî avêtin, li herêma çandiniyê ya bajorokê Serêkaniyê yê bakurê Kurdistanê ket. Di encamê de 3 karkrer birîndar bûn. Piştî birîndar rakirin nexweşxaneyê, Şukru Kahraman ê ku bi giranî birîndarbûyî, jiyana xwe ji dest da.
Di şerê 2 sal û nîvan ê ku li Sûriyê domdike de, heta niha 67 welatiyên Tirkiyê jî hatine kuştin. Çapemeniya Tirkiyê jî ev wekî ‘Pirsgirêka sifir a ligel cîranan’ bi nav kir.
Rudaw
