• Wednesday, 11 February 2026
logo

Heyeteke Elpartî serdana Mezara Nemiran ya li Barzanê kir

Heyeteke Elpartî serdana Mezara Nemiran ya li Barzanê kir
Duh heyeteke partiya demokrata Kurdistanê a li Sûriyayê Elpartî bi Serokartiya Heme Seîd Wadî serdana Mezara Nemiran ya li devera Barzanê kir û ji aliyê nûnerê Serok Barzanî Xelat Barzanî ve hate pêşwazîkirin.

Piştî merasima pêşwaziyê û xwandina sûreta fatiheyê û danîna deste golê li ser mezara nemiran li ser navê heyetê Serokê vê heyetê Heme Seîd Wadî peyvek pêşkêş kir û balkêşande ser xebat û têkoşîna Nemiran ya bo rizgariya gelê Kurd û ev xebat û têkoşîna han bi girîng wesif kir.
Top