• Wednesday, 11 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî û Konsolosê Amerîkayê civiyan

Nêçîrvan Barzanî û Konsolosê Amerîkayê civiyan
Duh li Hewlêrê Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî bi Konsolosê nû yê Amerîkayê yê li Hewlêrê re civiya.

Di destpêka civînê de Serokwezîrê Kurdistanê bi minasebeta destbikar kirinê weke Konsolosê Amerîkayê yê li Hewlêrê pîrozbayiyên xwe pêşkêşî nav hatî kir û hêviya serkeftinê jî jê re xwest.

Li hember de jî Konsolosê Amerîkayê kêfxweşiya xwe a li hember hatina xwe bo Kurdistanê diyar kir û hêvî xwest ku, li gel hikûmeta Kurdistanê de bikarêbe hewl bo bihêztir kirina peywendiyên heyî di navbera Kurdistan û Amerîkayê de bide.

Konsolosê Amerîkayê eşkere kir ku, niha Konsolosxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê dest bi dayîna vîzeya Amerîkayê bo welatiyên Kurdistanê kiriye, li hember de jî Serokwezîrê Kurdistanê ev pêngava han bi girîng wesif kir.

Di berdewamiya vê civîna han de her du alî rewşa siyasî ya Îraqê, peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê jî nirxandin û Nêçîrvan Barzanî jî derbarê serdanên vê dawî yên Berpirsên Kurdistanê ên ji bo Bexdayê jî ragehand ku, Kurdistan hertim xwestiye ku, kêşeyên heyî yên li Îraqê de bi diyalog û di çarçoweya destûra bingehîn ya Îraqê de werin çareserkirin.

Li hember de jî Konsolosê Amerîkayê serdana Serokwezîr û Serokê Kurdistanê bo Bexdayê bi girîng wesif kir.

Di dawiya vê hevdîtina han de behsa rewşa Sûriya û rewşa awareyên Sûriyayê yên li Kurdistanê de jî hate kirin û Serokwezîrê Kurdistanê eşkere kir ku, hikûmeta Kurdistanê heta niha bi her awayî hevkarî pêşkêşî wan awareyan kiriye û hevkarî kirina wan jî bi erkeke xwe dizane.

Serokwezîrê Kurdistanê herwiha eşkere kir ku, niha zêdetir ji 100 hezar awareyên Sûriyayê li Kurdistanê dene û daxwaz ji NY û saziyên navnetewî jî kir daku, hevkariya wan awareyan bikin.
Top