• Wednesday, 11 February 2026
logo

Hikûmeta Tirkiyê 8 girtiyên din rêdike Îmraliyê

Hikûmeta Tirkiyê 8 girtiyên din rêdike Îmraliyê
Wezareta dadî ya Tirkiyê rezamendiya xwe li ser şandina 8 girtiyan bo Îmralî ku di nava wan de 4 jin jî hene lê belê heya niha tu zanyariyek li ser navê wan kesan nehatiye belav kirinê.

Îro yekşeme 21/7/2013`an malpera Haber Turk belavkiriye ku dadgeha Tirkiyê daxwaza guhastina heşt dadgahkiriyên din bo Îmralî pesend kiriye lê belê heya niha navê wan kesan aşkira nekiriye ku biryare bişînin ba serokê zîndankirî yê PKK`ê Abdulah Ocalan.

Her weha malperê amaje bi wê yekê jî kiriye ku cihê mandina wan zîndaniyan dê li cihê Abdulah Ocalan cudatir be lê belê dikarin hevûdu bibînin.

Haber Turkê ew jî belav kiriye ku pêştir di sala 2009`an de jî 5 kesên din ku bi zîndaniya heta hetyî hatibûn siza kirinê şandin girava Îmraliyê ku di nava wan de (Bayram Kaymaz, Cumalî Karso, Şêxmûs Poyraz, Hesbî Aydemir) têda bûn ku bi tawana peywendiyên wan bi PKK`ê re hatibûn destgîr kirinê.

Xendan
Top