Jiber Teqînên li Îraqê zêdetirî 80 kes bûn qurbanî
Çavkaniyek agahdar, ragehand ku xwekujek ku piştîneya xwekujî di nav gazînoyekî di nav bajarê Mûsil`ê de xwe teqand, û herî kêm 6 kes hatin kuştin û nêzîkî 20 kesên din jî birîndar bûn û hejmark ji hêzên polîs jî di nav birîndaran de ne.
Heman çavkaniyê ku nexwest navê xwe aşkere bike, bo Bexdadiye News ragehand; Piştî teqînê, hêzên ewlehiyê gehîştie navçê û çar dora vê gazînoyê girtine û piştre birîndar rakirine nexaşxaneyê.
Teqandina gazîno û çayxane li bajarên Îraqê, ji bo wê ye ku xelk ji ber germa û rojî girtinê, di roj de seredana derve nakin û şev diçin derve.
Berê ji nûnerê taybet yê Netewên Yekbûyî li Îraqê, hişyariya bilindbuna rêjeya tundutijiyên Îraqê kiribû û gotûbû ku Îraq di aloziyeke metirsîdar de ye.
Ji aliyekî din ve Li mizgefteke li bajarê Dyale di encama teqînekê de herî kêm 20 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Hat ragihandin, li herêma Diyala ya Îraqê, li mizgeftekê bombe teqiya.
Rayedarên polîsên Îraqê dan xuyakirin ku di encama teqîna bombeya li mizgefta Ebû Bekir El Sadik de herî kêm 20 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Di teqînê de 40 kes jî birîndar bûn û fikar tên kirin hejmara miriyan zêde bibe.
Xendan
