• Wednesday, 11 February 2026
logo

Li Bexdayê 24 welatî bûne qurbaniya çend teqînekî

Li Bexdayê 24 welatî bûne qurbaniya çend teqînekî
Çavkaniyên ewlekarî û tendirostî yên li Bexdayê ragehandin ku, duhê bi şev dema xelk bi armanca xwendina nimêja terawîhan çûbûne mizgeftê, bombeyek bi wan re hatiye teqandin û di encam de 16 welatî canê xwe ji dest dane.

Her duhê bi şev di encama teqîna maşîneke bombekirî li taxê Camêe ya li Rojawayê Bexdayê de jî 5 welatiyên din canê xwe ji dest dan.

Ji aliyeke din ve jî di encama teqîna bombeyeke din 3 welatiyên din canê xwe ji dest dan û 10 welatiyên din jî birîndar bûn.
Top