"Bo vekirina deriyê Efrîn û Kobanê heyetek diçe Tirkiyê"
Parêzer Enwer Mislim bi daxuyaniyekê ji malpera Welatî re ragiand ku, gotûbêjên cidî bi navbeynkariya kongireya Civaka Demokratîk KCD bi Tirkiyê re hene û dîtina Tirkiyê derbarî vekirina deriyê sînorî gîhandine me.
Mislim da zanîn ku ji bo vê yekê wan lijneyekî peywendiyan ya hevbeş di navbera 4 partiyan de avakirine û dê di rojên pêş de bo hevdîtina bi waliyê Riha û Sirûcê serdana Tirkiyê bikin û ger pêwîst bike jî dê biçin Enqerê.
Mislim da zanîn ku vekirina derî wê ji bo herdu aliyan sûd hebe û bi taybetî navçeyên me aram in û pêwîstiya me ya giring bi derî heye bo gîhandina alîkariyên mirovî û tendirustî û civakî bo xelkê navçeyê ji herdu aliyan ve.
Ji aliyê xwe ve serkirdeyekî Partiya Demokrata Kurd ya Sûrî Kêlo Îse ev nûçe piştrast kir û got ku lijneyekî peywendiyan yê ser bi Desteya Bilind a Kurd nêzîk de serdana Tirkiyê dê bike.
Xendan
