• Wednesday, 11 February 2026
logo

Nunerê hikûmeta Kurdistanê serdana parlementoya YEê kir

Nunerê hikûmeta Kurdistanê serdana parlementoya YEê kir
Di çarçoweya kar û çalakiyên xwe de îro Nunerê hikûmeta Kurdistanê yê li Ewrûpayê Dilawer Ajgeyî serdana Parlementoya Yekîtiya Ewrûpayê kir û bi Berpirsê dosyeya Îraqê ya YEê re civiya.

Di civîna han de rewşa siyasî ya Îraqê bi giştî û ya Kurdistanê bi taybetî hate nirxandin.

Di beşeke din ya vê hevdîtina han de Ajgeyî behsa serdana Berpirsa siyaseta derve ya YEê bo Kurdistanê û civîna vê ya bi Serok Barzanî re kir û ev serdan û civîna han bi girîng wesif kir.

Nunerê hikûmeta Kurdistanê ev yek jî anî ziman ku, YEê ji pêgeha siyasî, abûrî û ewlekarî ya Kurdistanê fêm kiriye lewre demeke ku, siyasetên xwe li hember Kurdistanê guhertiye û bi awayekî çalaktir hewl bo bihzêtir kirina peywendiyên xwe yên bi Kurdistanê re dide.
Top