Demîrtaş: ciwanên Kurd tevlî refên PKK dibin û hikûmet berpirsê evê yekê ye
Demîrtaş got: ´´di Qonaxa yekem ya proseya çareserî û aştiyê de bûye ku şer û kuştin hat ragirtin, lê tevî ku em derbazî qonaxa duyemîn bûne , hikûmeta Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) hîna pêngavên şînber û berçav ji bo çareseriyê û guhartinên demokratîk ne avêtiye.´´
Demîrtaş diyar kir ku, ewê fişaran li ser hikûmeta Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) dirust bikin daku pêngavan ji bo çareseriyê biavêje.
Demîrtaş got: ´´Eger ciwanên Kurd hîna diçin serê çiya, tê wateya ku hikûmeta Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) pêngav ji bo çareseriyê ne avêtiye û bawerî di wê derbarê de çê nekiriye, lewra divê hikûmet encam û waneyekê ji bo xwe derxîne û pêngavan biavêje.´´
Demîrtaş herwisa ji bo hikûmetê jî got: ´´Ger tu bêje em bendavê hilbijartinan ranakin, siyasetmedaran biavêjin zîndanan,li kolanan bi dar û copan hêrişî çalakvanan bikin û perwerdeya bi zimanê zikmakî pesend nekin, wê demê turêya çiya raberî ciwanên Kurd dide.´´
Xendan
