• Wednesday, 11 February 2026
logo

Partiya Rojawayê Kurdistanê serdana Mezara Nemiran kirin

Partiya Rojawayê Kurdistanê serdana Mezara Nemiran kirin
Di berdewamiya serdana welatiyên Kurdistanî û yên derveya Kurdistanê bo ser Mezara Nemiran ya li devera Barzanê de îro jî heyeteke hevbeş ya her du partiyên Elpartî û partiya yekîtiya Kurd li Sûriyayê serdana Mezara Nemiran ya li Barzanê kirin.

Hevdem ligel gehêştina heyetê, Nûnerê Serok Barzanî Şêx Xelat Barzanî pêşwaziya wan kir û piştî xwendina sûreta fatiheyê û danîna deste Golan li ser Mezarê li ser navê heyetê Dr. Ebdulhekîm Beşar peyvek pêşkêş kir û behsa xebat û têkoşîna Barzaniyê Nemir kir.
Top