• Thursday, 12 February 2026
logo

Asoşêytêd Prês: Piştî Barzanî, Malikî bi Berpirsên Kompanyayeke Neftîya Rusî re Dîdar Dike

Asoşêytêd Prês: Piştî Barzanî, Malikî bi Berpirsên Kompanyayeke Neftîya Rusî re Dîdar Dike
Nûrî Malikî serokweîzrê Iraqa federal di serdana xwe de bo Rusiya, bi mebesta rakêşana kompanyayên neftîyên Rusî bo encamdana weberhênanê di kerta petrola Iraqê de li başûrê evî welatî, bi serokê kompanyaya Lukoil a Rusiya re dîdar kir.


Li gor nûçeyeke ajansa nûçeyan a Asoşêytêd Prês (Asociated Press), piştî serdana hefteya bihorî ya Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê bo Rusiya û dîdar û kombûnan wî li gel berpirsên kompanyaya Gazprom a Rusî bi mebetsa handana wan bo encamdana weberhênana zêdetir di kerta neft û gaza Kurdistanê de, duh Nûrî Malikî serokwezîrê Iraqê jî bi mebesta îmzakirina girêbesteke berhemanîna neftê li yek ji bîrên neftîyên başûrê Iraqê, li gel Vakît Akaparov serokê kompanyaya Lukoil a Rusiya kom bû.

Li gor evê nûçeyê, kompanyaya Rusî ya Lukoil ragihandiye, ku di bernameya evê kompanyayê de heye ku geşe bi bloka neftîya Qurna ya Rojava bide ku yek ji blokên neftîyên here mezin li Iraqê ye.

Li gor evê raportê, sala bihorî hikûmeta Iraqê bi mebesta berfirehkirina çalakîyên xwe li bîrên neftîyên Musena û Zîqar li başûrê Iraqê, girêbesteke berhemanîna neftê li gel kompanyaya Lukoil îmza kir. Herwiha Malikî dê di çarçoweya serdana xwe de îro bi serokê Rusiya Velademîr Potîn re jî dîdar bike. Nûrî Malikî ji bo beşdarîkirin di kongreya welatên hinardekarê Gazê de bi fermî weke çavdêr bo Rusiyayê hatiye vexwandin.
Top