• Tuesday, 10 February 2026
logo

YPG û grûbên çekdar li hev kirin

YPG û grûbên çekdar li hev kirin
Şerê li gundê Xezewiyê yê herêma Efrînê hat rawestandin û herdu aliyên şer dîlên li cem xwe serbest berdan.

Li gor agahiyên ku peyamnêrê me ji Efrînê ragihandî, şer û pevçûnên gundê Xezewiyê yê girêdayî navçeya Şêrewa ya Efrînê ku di navbera şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û grûbên çekdarî yên Artêşa Azad de hat rawestandin.

Komên çekdar yên ku li wir şerê YPGê dikirin, bi navê lîwaya Ehfad El-Resûl û ketîba eşîra Imêratiya ku serleşgerê wê Ebû Xeldûn e.

Nûçegihanê Rûdawê ragihand ku şerê bi êrişkirina komên çekdar a li ser benda kontrolê ya şervanên YPG yên girêdayî Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) dest pê kiribû,hat rawestandin û dîlên ku di destê herdu aliyan de bûn serbest hatin berdan.

Piştî lihevhatinê, şervanên YPGê heta Kelha Semanê ku dikeve sinorê bajarokê Daritizê xistin bi kontrola xwe de.

Eşîra Imêratiya eşîreke erebane. Piştî rejîma Baas destpêka salên şêstî bû desthilat, ew di bajar û navçeyên Efrînê de bi cih kirin. Ji destpêka krîza Sûriyê ve alîgirên rêjîmê bûn û niha xwe girêdayî Artêşa Azad di hesbînin.

Lîwaya bi navê 'Ehrar Darit Ezê Cundulah' di derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kir û tê de lihevhatina navbera wan û YPGê de piştrast kir.

Ew grûbê di daxuyaniya xwe de eşkere kir ku di şerê roja çarşemê dest pê kiribû de, 3 çekdarên wan û 4 şervanên YPGê hatine kuştin.

Li gor daxuyaniya heman grûbê, 10 dîlên wan di destê YPGê de bûn û dîlekî YPGê jî di destê wan de bû.

YPGê heta niha tu zanyarî derbarê şerê li Xezawiyê de belav nekiriye.

Rudaw
Top