• Monday, 09 February 2026
logo

``Gefên Ser Herêmê Kurdistaniyan Dike Yek``

Gulan Media December 8, 2012 Nûçe
``Gefên Ser Herêmê Kurdistaniyan Dike Yek``
Perliyamenterekî Kurdistan, helwesta vê dawiyê ya Nûrî Malikî û gefên ser Kurdan, despêkê weke gomanekî li gel hemû Kurdistaniyan peydakir, lê belê bû hokarekî baş bo yekdengiya Kurd û hişt kû bibin xwedî yek helwestî li beramber dagirkerên Kurdistan.

Endameke Perliyamenterê Kurdistan li ser lîsteya Kurdistanî Jiyan Omer li daxuyaniyeke xwe ya taybet de, bo ajansa Peyamnêr ragihand, `` Raste pêkanîn û anîna hêzên Dicle bo navçeyên dabrayî bû sedema nîgeranî û ne razîbûna Kurdistaniyan bi taybet jî yê Kerkûkiyan, belê ji aliyekî din ve min sipasiya Nûrî Malikî dikim, belkî despêkê helwesta wî em nîgeran kirin, belê ew helwesta wî ya ne rast bû semdema hemû serkirdeyên opozisyona Herêma Kurdistanê li gel serokê Herêmê bibe yek helwest û sitemê ji ti kesî qebûl nakin kû em sitemê jî li ti kesî nakin``.

Jiyan Omer weha jî got: `` ev cihê dilxweşiyê ye bo gelê Kurd kû nehesên tevgera rizgarîxwaza gelê Kurd ger çend ker bike û bighêje asta metirsiyê ser herêma me, çend li ser hinek babetan arîşeyên me hebin jî lê em yek deng dibin û xwedî yek helwestîne li hember wan gefên ne rewayên kû dixwazin rûberûyê herêmê bibin.``

Endama Perliyamenta Kurdistan tekez li ser vê yekê jî kir kû`` Nûrî Malikî hêla kû Kurd bibin yek deng, yek reng û xwedî yek helwestî bin``.
Top