• Monday, 09 February 2026
logo

Nexşerêyeke Malikî bo çareserkirina arîşyên deverên qutkirî

Gulan Media December 8, 2012 Nûçe
Nexşerêyeke Malikî bo çareserkirina arîşyên deverên qutkirî
Nivîsingeha fermandeya hêzên çekdar ragihand ku, serok wezîrê Êraqê Nûrî Malikî nexşerêyek ji bo çareserkirina arîşeyên li deverên qutkirî amade kiriye.

Di beyannameya nivîsingeha fermandeya giştî yê hêzên çekdar ku kopiyek jê ketiye destê malpera Xendan`ê hatiye diyar kirin ku, bi destpêşxeriya serok wezîrê Êraqê, Malikî digel fermandeya giştî yê hêzên çekdar û wezareta berevanî û ewlekariya nîştimanî ji bo aramkirin û çareserkirina arîşeyên li deverên qutkirî civiya ne.

Li gor beyannameyê di encamê civînê de aliyan li ser danana nexşerêyek a çareseriyê li hev kirine.

Hêjayî gotinê ye ku, di beyannameyê de hûrbîniyên berfireh derbarê nexşerêya çareseriyê ya ku aliyan li ser li hev kirine, ne hatiye aşkerekirin.


Xendan
Top