• Monday, 09 February 2026
logo

Parlamenterê Goran: Baştir e ku kurd niha li dijî Bexda şer bikin

Gulan Media December 5, 2012 Nûçe
Parlamenterê Goran: Baştir e ku kurd niha li dijî Bexda şer bikin
Endamekî fraksiyona Goran li Bexda diyar kir ku li şûna kurd piştî du salên din, bila niha li dijî Bexda şer bikin.

Mihemed Kiyanî ku di parlamenta Îraqê de endamê fraksiyona Goran e, di derbarê pirsgirêkên niha di navbera Hewlêr û Bexdayê de rû dane, ji Rûdawê re axifî. Kiyanî got ku nabe serkirdeyên kurd vê carê bi nermî li gel Bexdayê rûnin, ji ber kurd li Îraqê heta niha wekî pêkhateyek xweser nehatine naskirin.

Hêjayî gotinê ye ku di rojên derbasbûyî de gelek pêşmerge bi armanca pêşîgirtina Hêza Operasyona Dîcle çûbûn sînorê Kerkûkê. Herwiha Serokwezîrê Îraqê Nûrî Malikî jî niha biryar daye ku mûçeyên parêzvanên Serokomarê Îraqê Celal Talababî bibire.

Herwiha roja şemiyê jî Nûrî Malikî gotibû ku Herêma Kurdistan hêzên xwe ji herêmê nekişîne, vê carê wê şerê ereb û kurdan rû bide.

Rudaw
Top