• Thursday, 05 February 2026
logo

Serok Barzanî 59mîn Salvegera Damezrandina Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê Pîroz Kir

Gulan Media February 18, 2012 Nûçe
Serok Barzanî 59mîn Salvegera Damezrandina Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê Pîroz Kir
Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî bi minasebeta 59mîn salvegera damezrandina yekîtiya xwendekarên Kurdistanê û yekîtiya ciwanên demokrat yên Kurdistanê peyameke pîrozbayî pêşkêşî Sekretariyeta her dû yekîtiyên han kir ku, ev jî texta vê peyama hane;

Bi navê xwedê mezin û dilovan

Xweşik û birayên xweştewîst li her dû mektebên Sekretariyeta yekîtiya xwendakarên Kurdistan û yekîtiya ciwanên demokrat yên Kurdistanê silaveke gerim pêşkêşî we dikim.

Bi minasebeta 59mîn salvegera damezrandina her dû yekîtiyên têkoşer ku, nuneratiya çînê zindî û girîng ya Gelê Kurd dikin Pîrozabiyên gerim li we û xweşik û birayên endam li her dû rêxistiyên ciwan û xwendekarên Kurdistanê dikim.

Her dû yekîtiyên han di rojên sext û dijwar yên têkoşînê de dest bikar kirine û her ji vê roja han ve heta niha di pêşxistina Şoreşan de Gelê Kurd her tim pişta xwe bi wan her dû yekîtiyên han ve girêdayiye.

Niha jî pêwîste çawe ku, di demên dijwar de di pêşiya refên têkoşîn û xebatê de bûn her bi vê rengî bi mebesta bi dest xistina destkeftên zêdetir û gerentî kirina mafên Gelê Kurd û ezmûna demokratîk ya Kurdistanê jî bi hevkariya tevahiya saziyên Xwendekar û ciwanan jî di pêşiya refên xebata serdemiyane de bin.

Dîroka wan her dû yekîtiyên han Dîrokêke têjî ji serbilindî û destkeftên girîng lewre ev her dû yekîtiyên han cîha serbilindî û şanaziya Gelê Kurdin û bi rastî ev her dû yekîtiyên han dû debistanên têkoşer û Şorêşger û debistanên pêgehandin û perwerde kirina kadro û Serkêrdeyên navdar bûne.

Her dû yekîtiyên han xwedan armancên gelek girîng û pîrozên lewre pêwste bo bi dest xistina wan armancan bi plan û bernameyên girîng û demokratîk xebata xwe ya serdemiyane bidomînin û parêzgarî ji mafên Xwendekar û Ciwanên Kurd jî bikin û her weha parêzgariya tevahiya destkeftên Gelê me bikin ku, bi xebat, têkoşîn, qurbanî dan û hesrên çawên dayikên Kurd hatine bidestxistin.

Li hember de jî pêwîste Hikûmeta Kurdistanê girîngiyeke baş bide wan her dû çînan û jiyaneke baş û derfetên xwendineke baş ji bo wan gerentî bike.

Careke din 59mîn mûma xebat û têkoşana we pîroz dikim û ez emînim ku, bi heman can û rihê caran weke dû bîranînên mezin yên Barzaniyê nemir hertim weke pola bimînin û bi çekên zanistî û moderin di qada xebata pîşeyî û demokratîk de rola ber çav û erênî ya xwe dilîzin.

Her şad û serfiraz bin.

Mesûd Barzanî

17ê Şibata 2012
Top