• Thursday, 05 February 2026
logo

Barzanî ji parlamentoyê xwest amadekarî bo sûndxwarina cîgirê wî bê kirin

Gulan Media February 16, 2012 Nûçe
Barzanî ji parlamentoyê xwest amadekarî bo sûndxwarina cîgirê wî bê kirin
Cîgirê serokê lêjneya yasayî ya parlamentoya Kurdistanê, Ewnî Bezaz, diyar kir, serokatiya herêmê bi fermî, destnîşankirina Kosret Resûl Elî wek cîgirê serokê herêmê ji parlamentoyê re da xuyakirin.

Ewnî Bezaz, ji AKnewsê re got, serokê herêmê, Mesûd Barzanî, bi fermî, parlamentoya Kurdistanê ji destnîşankirina Kosret Resûl Elî wek cîgirê xwe, agahdar kiriye.

Bezaz, diyar kir, Barzanî, di nameyê de daxwaz kiriye amadekariyên pêwîst bo sûndxwarina cîgirê nû yê serokê herêmê bên kirin.

Li bara dema sûndxwarinê de jî, Bezaz got, heta niha dema sûndxwarinê nehatiye destnîşankirin, ji ber ku heta bêhnvedana parlamentoyê bi dawî nebe, ev yek pêk nayê.

AKnews
Top