• Thursday, 05 February 2026
logo

Serok Barzanî Pêşwaziya Tîmek Parlementerên Berîtanî Û Skotlendî Kir

Gulan Media February 16, 2012 Nûçe
Serok Barzanî Pêşwaziya Tîmek Parlementerên Berîtanî Û Skotlendî Kir
Îro li Selahedînê Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî pêşwaziya tîmeke hevbeş ya Parlementerên Berîtanî û Skotlendî kir.

Di hevdîtineke de heyeta mêwan ji bilî diyar kirina kêfxweşiya xwe ya li hember serdana xwe bo Kurdistanê hevdem pêşkeftinên heyî yên li Kurdistanê de jî bi girîng û erênî wesif kir û ragihand ku, vê di nava Parlementoya Berîtaniya û Skotlendayê de behsa wan pêşkeftinên heyî yên li Kurdistanê de bikin.

Heyeta mêwan di berdewamiya axaftinên xwe de ev yek jî anî ziman ku, bi mebesta ji nêz de hayedar bûna Berîtaniya û Skotlendayê ji rewşa Kurdistanê vê bi awayekî rasterast rastiya heyî li Kurdistanê de ji wan welatan re weguhazin jiber ku, hewl didin û dixwazin ku, peyvendiyên xwe yên bi Kurdistanê re bihêztir bikin.

Di beşeke din ya vê hevdîtina han de Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî jî peyvek pêşkêş kir û behsa komkujiyên ku, li ser Gelê Kurd hatine meşandin û behsa rewşa Deverê û Kurdistanê ji heyeta mêwan re kir û hêvî xwest ku, peyvendiyên heyî yên di navbera her dû aliyan de hîn berfiretir û bihêztir bibin.

Di derbarê meseleya komkujiya Gelê Kurd de jî Serok Barzanî diyar kir ku, ev meseleya han pêwîstiya xwe bi hewldanên navnetewî heye û daku, tevahiya raya giştî ya Cîhanê komkujiyên han binase û armanca Gelê Kurd jî ji vê yekê dûbare nebûna komkujiyaye.
Top