• Thursday, 05 February 2026
logo

PDK: Kemal Kerkûkî dê vegere Polîtburoyê

Gulan Media February 16, 2012 Nûçe
PDK: Kemal Kerkûkî dê vegere Polîtburoyê
Peyvdarê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragihand ku Kemal Kerkûkî endamê polîtburoyê ye û dê vegere partiyê û karê xwe yê hizbî bike.

Duhî, Serokê berê yê Parlamentoya Kurdistanê Kemal Kerkûkî piştî ku posta xwe li gorî rêkeftina navbera PDKê û YNKê, da Erselan Bayiz berbijarê YNKê, dest ji karê parlamentoyê vekişand.

Peyvdarê PDKê Caefer Îbrahîm ji AKnewsê re daxuand, “Piştî ku dest ji posta Serokê Parlamentoyê berda, Kemal Kerkûkî ji niha û pê ve dê karê partiyê bike, Kerkûkî endamê Polîtburoya PDKê ye û dê vegere polîtburoyê û karê xwe yê partiyê bike.”

Îbrhaîm amaje kir ku ti biryarek tune ye ji bo dayîna posteke nû bo Kerkûkî, lê cihê dewama wî dê di Polîtburoya PDKê de be.

Derbarê gotegotên ku dibêjin Kerkûkê dê posta berpirsê civata serkirdatiya PDKê li Kerkûkê werbigire, Îbrahîm ew zanyarî red kirin û got, “Ti tiştekî wiha di rojevê de tune ye.”

AKnews
Top