Dr. Berhem û Turbine tekez li ser pêşvebirina peywendiyên Îspanya û Herêmê kirin
Her di wê çavpêketinê de Dr. Berhem Salih û Jose Turbine cext li ser pêşvebirina peywendiyan di navbera Îspanya û Êraqê û Herêma Kurdistan hate kirin.
Sebaret bi peywendiyên navbera Îspanya û Herêma Kurdistanê jî Dr. Berhem zêdetir cext li ser xurtkirina peywendiyan bi taybet li barê aborî û geştûguzariyê û çalakiyên werzişî û handana veberhênanê her weha ji bo karkirina kampaniyên Îspanî li Herêma Kurdistanê kir.
Balyozê Îspanî lî Êraqê peroşiya xwe bo ew zemînsaziya li Herêma Kurdistnê ku heyî ji bo veberhênanê da nîşandan.
Li beşekî din yê hevdîtinê de behsa gavên welatê Îspanyayê hate kirin ku bi rêya yaneya Riyal Medrîdê ya Îspanî 4 ekademiyên werzişî li Herêma Kurdistanêî hatine vekirin.
