• Thursday, 05 February 2026
logo

Hewlêr berbijara Iraqê ye bo paytexta geştyariya erebî

Gulan Media February 16, 2012 Nûçe
Hewlêr berbijara Iraqê ye bo paytexta geştyariya erebî
Wezareta Geştyarî ya Iraqê bi awayekî fermî bajarê Hewlêrê berbijar kir daku bibe paytexta geştyariya erebî di sala 2014an de.

Şêwirmendê Wezîrê Geştyarî yê Iraqê Beha Meyah ji AKnewsê re ragihand ku wezareta wan duhî di civîna ofîsa cîbicîkarî ya wezîrên geştyariyê yên ereb li Qahîre de, daxwaza fermî ya kandîdkirina Hewlêrê pêşkêş kir daku bibe peytexta geştyariya erebî di sala 2014an de.

Meyah aşkere kir ku hemû welatên erebî yên di wê civînê de beşdar bûn razîbûna xwe li hemeber xwesteka Iraqê nîşan dan û dosya bo civîna wezîrên geştyarî yên ereb bilind kir.

Meyah bal kişand ku komîteyek navbera hikûmta Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye avakirin ji bo amadekirina dosyaya berbijarkirina Hewlêrê.

Meyah got jî, “Em gelek geşbînin ku Hewlêr dê serkeve û em ê hemû hewlekî di vê derbarê de bidin.”

AKnews
Top