Nêçîrvan Barzanî ji bo avakirina kabîneya 7ê hate diyarkirin
Rûniştina parlamento bê amadebûna frakisyonên Komeleya Îslamî ya Kurdistanê, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê û Tevgera Goran birêve çû.
Di rûniştinê de, Serokê Parlamentoya Kurdistanê Erselan Bayiz pêşnyaza Frakisyona Kurdistanî ku tê de daxwaz ji serokatiya parlamentoyê kiribû Nêçîrvan Barzanî bo Serokwezîrê herêmê û Îmad Ehmed bo Cîgierê Serokwezîr bêne diyarkirin, xiste dengdanê û bi piraniya dengên parlamenterên amade hate pesendkirin.
Di 2yê vê mehê de, Serokê Herêma Kurdistanê li gorî fermana hejmar 32 ya sala 2012an, dest ji kar vekêşana Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê di kabîneya 6ê de qebûl kir.
