• Thursday, 05 February 2026
logo

Di şerekî de li Kobanî serokê istîxbaratê hate kuştin

Gulan Media February 14, 2012 Nûçe
Di şerekî de li Kobanî serokê istîxbaratê hate kuştin
Li rojavayê Kurdistanê bajarê Kobanî, di navbera hêzên ewlekariya Sûriyê de û grûpeke PYD de...

şerkekî bi sîlehan derket.

Di encama wî şerî de serokê Istîxbarata Hewayî (Emin Cewî) Abu Maaz hate kuştin.

Her wiha hemwelatiyekî ku di dema şer de di wê derê re derbas dibû, bi navê Farûq Îsa hate kuştin.

Jêderekê ji Kobanî ji malpera Avesta re ragihand ku destpêkê şer di navbera çekdarên PYD û zarokên malbata Hacik Elo Begarî de derketiye, ev malbat bi pêwendiya xwe ya bi dewletê re tê naskirin.

Piştre dema ku hêzên istîxbaratê ev malbat parastine, şer derbasî navbera PYD û Istîxbarata Hewayî bû ye.
Top