• Thursday, 05 February 2026
logo

Opozisyon sedema boykotkirina rûniştina îro aşkere dike

Gulan Media February 15, 2012 Nûçe
Opozisyon sedema boykotkirina rûniştina îro aşkere dike
Her sê frakisyonên opozisyona di Parlamentoya Kurdistanê de (Goran, Yekgirtû û Komeleya Îslamî ya Kurdistanê), rûniştina îro ya taybet bi hilbijartina Serok û Cîgirê Serokê Parlamentoyê, boykot kirin.

Serokê Frakisyona Goran Kardo Mihemed ragihand, “Veguhartina serokatiya parlamento û hikûmetê li gorî rêkeftina siyasî ya navbera her du partiyên desthilatdar bû, lê ew ne daxwaz û xwesteka parlamento ye û ne ji bo çaresekirina pirsgirêkên hilawistî ye, lewra me wek sê frakisyonên opozisyonê, rûniştin boykot kir.”

Serokê Frakisyona Yekgirtû Omer Ebdilezîz ragihand, “Em wê veguhartinê wek veguhartineke siyasî dizanin û dirêjkirina rêkeftina navbera her du aliyane, xelk li benda wê yekê bûn ku pirsgirêkên wan çareser bikin û çavdêriya bêtir a hikûmetê bikin, me duhî yadaştek da serokatiya parlamento, lê em nizanin ji bo çi nekete nav programa îro, ev sedema sereke ya boykotkirina me bû.”

Îro, Parlamentoya Kurdistanê di rûniştina xwe ya awarte de, bi piraniya dengan Erselan Bayiz wek Serok û Hesen Mihemedî wek Cîgirê Serokê nû yê parlamento hilbijart.

AKnews
Top