Mandela: Wê dewleta kurdî were avakirin
behsa sê hevdîtinên xwe yên ligel Nelson Mandela dike. Wê demê li başûrê Afrîka wekî sazkerê NY’î yê karî çandî û avakirinê kar dikir.
Wirya Qeredaxî derbarê yek ji hevdîtinên xwe yên ligel Mandela ji Rûdawê re got: “Dema hilbijartina 1994’an temam bû û bû serok, em vexwendin. Dema ez çûm gel, min jêre got, ez bi navê gelê Kurd pîrozbahiyê li te dikim û hêviyê dixwazin ku rojek ji rojan kesayetekî wekî we ku 27 salan li girtîgehê bûyî, giringiyê bide pirsa Kurd.. Ji min pirsî, gelo pirsa Kurd gihaye çi astekê û min jî jêre besh kir. Wî ji min re got, dibe ku ne tu û ne jî ez, Kurdistanekî azad bibînin, lê wê nifşek bê û wê dewleta serbixwe ya Kurdî bibînin. Hûn hêjayî dewletê ne, ji ber hûn gelekin û qet baweriya xwe ji dest nadin.”
Rudaw
