Lonely Planet: Zimanê resmî yê Tirkiyeyê tirkî û kurdî ye
Pirtûka bi navê 'Cool Stuff to Know About Every Country in the World' (Derbarê Hemû Welatên Cihanê de Tiştên ku divê bên Zanîn) ku ji hêla Lonely Planetê ve hatibû amadekirin hate weşandin. Di pirtûkê de derbarî Tirkiyeyê de jî zanyariyên berfireh hene.
Di pirtûkê de di heqê 205 welatên cihanê de agahiyên balkêş hene û tevî wêneyên balkêş tê weşandin. Di rûpela 143’emîn de jî beşa Tirkiyê heye û li gel dorfirehiya Tirkiyeyê zimanê resmî jî hatiye nivîsandin û tê destnîşankirin ku, 'Zimanên resmî yê Tirkiyeyê tirkî û kurdî ne."
Lonely Planet, di warê xwe de navê herî mezin ê cihanê ye. Di heqê bajaran, parkên neteweyeyî, rehberên geştûguzarê û fêrkirina ziman de pirtûkan diweşîne. Herwiha di ser înternetê de jî ji hêla milyonan kesan ve tê şopandin.
Rudaw
