• Thursday, 05 February 2026
logo

Li Qilabanê şer: 2 leşker mirin

Gulan Media February 14, 2012 Nûçe
Li Qilabanê şer: 2 leşker mirin
Li navçeya Qilabana Şirnexê di navbera gêrîllayên HPG’ê û leşkerên Tirkiyê de şer çêbû. Di encama şer de 2 leşkerên Tirk hatin kuştin û hat îdia kirin ku 10 gêrîllayan jî jiyana xwe ji dest dane.

Li gor çapemeniya Tirkiyê; Artêşa Tirkiyê li navçeya Qilabanê li ser îstixbarata ku wê gêrîllayên HPG’ê çalakiyekê lidarbixin, operasyonekî hewayî lidarxistin. Bi rêya helîkopterên Sikorsky hêzên taybet li herêmê danîn û di encamê de jî şer çêbû. Di encama şer de 2 leşker hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn. Li gor îdiayan 10 gêrîllayên HPG’ê jî jiyana xwe ji dest dane.

Operasyona li herêmê dest pê kirî, berdewam dike.

Rudaw
Top