• Thursday, 05 February 2026
logo

Hêmin Hewramî Bi Heyeteke Berîtanî Re Civiya

Gulan Media February 13, 2012 Nûçe
Hêmin Hewramî Bi Heyeteke Berîtanî Re Civiya
Îro heyeteke Berîtaniyayî serdana navenda Peyvendiyên Derve yên partiya demokrata Kurdistanê kir û ji aliyê Berpirsê peyvendiyên han Hêmin Hewramî ve hate pêşwazîkirin.

Di destpêka hevdîtinê de heyeta Parlementer ya Berîtaniyayê armanca serdana xwe bo Kurdistanê ji bo Hêmin Hewramî rave kir û ragihand ku, ev heyeta han pêk hatiye ji nunerên tevahiya ev part û aliyên siyasî yên di nava parlementoya Berîtaniyayê de ku, endamên wan di nava tîma dostatiya doza Kurd de cîh digirin û armanc ji vê serdana han jî ji nêzde hayedar bûn ji rewşa Kurdistanê û pêşkeftinên heyî yên li Kurdistanêye.

Di berdewamiya vê hevdîtina han de Hêmin Hewramî jî helwest û siyasetên partiya demokrata Kurdistanê di derbarê bûyer û guhertinên vê dawî de pêşkêşî heyeta mêwan kir.

Nav hatî di berdewamiya axaftinên xwe de behsa erkdar kirina Cîgirê Serokê partiya demokrata Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî ya ji bo damezrandina kabîneya nû jî kir.
Top